PWK: Em cezaya ku li siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu hatîye birîn şermezar dikin

16 Avrêl 2026 - 17:41
16 Avrêl 2026 - 17:41
 0
PWK: Em cezaya ku li siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu hatîye birîn şermezar dikin

Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Diyarbekirê, di rûniştina îro (16.04.2026) de bi tawanbarîya "propagandaya rêxistina terorê ya PKKyê" 1 sal û 6 meh cezaya girtîgehê da ronakbîr û siyasetmedarê Kurd rêzdar Îbrahîm Guçlu û ceza paşdexist.

Rêzdar Îbrahîm Guçlu di parastina xwe ya li dadgehê de ev tawanbarî red kir û parastina xwe ya siyasî kir.

Dadgehên Dewleta Tirkîyeyê, li dijî gelek ronakbîr û siyasetmedarên Kurd ên ku tu têkiliya wan bi PKKê re nîn e û heta li dijî siyaset û nêrînên PKKê ne jî, bi tawanbarîya "propagandaya rêxistina terorê ya PKKê" dozan vedikin û cezayan didin wan.

Em vê helwesta dadgehên Dewleta Tirkîyeyê û biryarên wan ên ku azadîya ramanî û îfadeyê tune dihesibînin, protesto dikin.

Em cezaya ku li rêzdar Îbrahîm Guçlu hatîye birîn protesto dikin û piştgirîya xwe bi wî re tînin zimên.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

 

 

Ev nûçe bi tevahî 50 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:43:55