PWK: Em êrîşa li ser Kobanîyê hatîye kirin şermezar dikin!

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em êrîşa li ser Kobanîyê hatîye kirin şermezar dikin!

17 Adar 2025 - 17:10
17 Adar 2025 - 17:10
 0
PWK: Em êrîşa li ser Kobanîyê hatîye kirin şermezar dikin!

Li gorî agahdarîyên ku hatine belav kirin, di êrîşeke esmanî ya Dewleta Tirkîyeyê de, li başûrê bajarê Kobaniyê, li navbera gundê Qumçî û Berx Botanê yê Rojavayê Kurdistanê, şeva buhurî 9 kesên sivîl ku piranîya wan zarok û ji bûn,  canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Em vê êrîşa Dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku dawî li hemû êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bîne.

Bi êrîş û sîyaseta li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin, miletê Kurd jî doza wî ya rewa ya neteweyî û demokratîk jî ji hole ranabe.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Ev nûçe bi tevahî 872 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:32:22