Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir
Serok Mesûd Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan li nahiyeya Selahedînê ya Hewlêrê qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji hesabê Xê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hatiye dayîn, di hevdîtinê de rûdanên dawî yên siyasî yên li Îraq û herêmê hatine nirxandin.
Aliyan, “xurtkirina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê” û “serdana ku Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê demên dawî li Herêma Kurdistanê pêk aniye” nirxandin.
Pêvajoyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin
Di civînê de, pêvajoya avakirina kabîneya dehem a Herêma Kurdistanê, xebatên diyalogê yên di navbera partiyên siyasî de û hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku nêzîk dibin wekî mijarên girîng hatin rojevê.
Li aliyê din, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî beşdarî vê civînê bû.
Nûvekirina herî dawî: 11:47:23