PWK: Em Jenosîda ku li Ermenîyan hatîye kirin rûreş dikin!

24 Avrêl 2026 - 10:49
24 Avrêl 2026 - 10:49
 0
PWK: Em Jenosîda ku li Ermenîyan hatîye kirin rûreş dikin!

Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.

Jenosîda Ermenîyan yek ji jenosîdên mezine yê cîhanê ye.

Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) ve hatiye kirin.

Em di 111emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) û hemû alîkarên wan bi tundî rûreş dikin.

Em şirîkê êş û xema gelê Ermenîyan e.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:52:11