PWK: Hilbijartinên Iraqê Bila Li Başûrê Kurdistanê Bibe Destpêka Yekrêzîya Nav Mala Kurd

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê roja 11.11.2025an de, li Iraqê û Başûrê Kurdistanê hate li dar xistin.

14 Mijdar 2025 - 14:03
14 Mijdar 2025 - 14:03
 0
PWK: Hilbijartinên Iraqê Bila Li Başûrê Kurdistanê Bibe Destpêka Yekrêzîya Nav Mala Kurd

Hilbijartin, di demeke ku rêvebirîya Bexdayê bi siyaset û planên li dijî kurdan, dorpêçeke piralî danîye ser Herêma Kurdistanê û dixwaze destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê lawaz bike hate li dar xistin.

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, bêtir ji bo temsîla kurdan ya li navçeyên di nav madeya 140î de xwedî cihekî gelek girîng û taybetî ye. Kurd li van navçeyan çiqas zêde deng werbigrin dê li Bexdayê jî destê wan ewqas xurtir bibe. Bêgûman bi rêjeyeke baş beşdarîya hilbijêrên li Kurdistanê jî ji bo meşrûîyet û xurtbûna Herêma Kurdistanê xaleke gelekî girîng e.

Mixabin, di vê hilbijartinê de li navçeyên di nav madeya 140î dimînin de partîyên kurdan bi lîsteyên cuda cuda beşdarî hilbijartinê bûn û beşdarîya kurdan li gorî hilbijartinên berê kêmtir bû. Ev yeka jî bi tayebetî li Kerkûkê bû sebebê ku kurd li gorî hilbijartinên berê hinek kursîyên parlamenterîyê ji dest berdin, kursîyên xwe kêm bikin. Aşkereye ku wêneya derketîye holê, rewşa rastîn ya Kerkûkê îfade nake, lê dilê her kurdekî diêşîne.

Her çiqas vê encama ku li Kerkûkê derketîye holê dilê kurdan biêşîne jî li Mûsilê kurdan serkeftineke baştir bidest xistin. Li Dîyalayê namzeda jin ya kurd bi kotaya jinan hate hilbijartin. Li Bexdayê jî kurdan dengekî baş bidest xistin. Ev jî cîhê dilxweşîyê ye.

Lê heger partîyên kurdan li navçeyên madeya 140î bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinê bibûna dê serkeftineke hîn baştir bidest bixistina. Herweha bi taybetî dê li Kerkûkê ew encama ku dilê kurdan êşand rûnedabûya. Bêgûman Kerkûk li gorî bajarên din yên daxilî madeya 140î ne,  xwedî girîngîyeke taybetî ye.

Li gorî sîstema hilbijartinê ya heyî, bi eynî hêjmara dengan, li bajarên Iraqê, ji bajarên Herêma Kurdistanê zêdetir parlamenter derdikevin. Ev jî li himberî îradeya dengderên li Herêma Kurdistanê neheqî û bêdadwerîyeke mezin di nava xwe de dihewîne. Heger sîstema hilbijartinê ya li Bexda, Necef û bajarên din yên Iraqê hate bikaranîn li bajarên Herêma Kurdistanê jî bihata bikaranîn, li gorî hejmara dengên ku wergirtine, dê hejmara kursîyên parlamenterîyê yên partîyên kurdan bi kêmanî %30 ji yên nuha zêdetir bûna.

Teva vê sîstema hilbijartinê ya bêedalet û teva hemû plan û kiryarên li dijî kurdan jî li bajarên Herêma Kurdistanê, bi hemû pêkhateyên xwe ve gel di atmosfereke ewle, aram û bi awayekî demokratîk çûne ser sindoqê û dengê xwe dan. Ev jî cîhê pesn û dilxweşîyê ye. Em gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê pîroz dikin.

Her çiqas kurd ji encamên hilbijartinê yên li Kerkûkê xemgîn bûne û li hinek bajaran rêjeya beşdarbûna dengderên kurd kêm bûye jî teva hemû bêdadwerî û kiryarên Rêveberîya Bexdayê û partîyên ereban yên li dijî kurdan, em PDK ya ku bi rêjeya dengên wergirtî û hejmara parlementerên xwe ve li Kurdistanê bû partîya yekemîn pîroz dikin. Herweha em YNK ya ku li Kurdistanê bû partîya duyemîn û hemû partîyên Kurdistanê yên ku li Kurdistanê bûne aktorên lidarxistina hilbijartineke demokratîk pîroz dikin. Em bi taybetî jî Hêzên Ewlekarîyê yên Herêma  Kurdistanê yên ku ji bo bi awayekî ewle hilbijartin pêk bê roleke esasî lehîstine pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku hemû partîyên Kurdistanê bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî, dê bi alîyên erênî jî neyênî jî encamên pêwîst ji vê wêneyê ku di vê hilbijartinê de derketîye holê derxînin.

Em hêvî dikin ku hemû partîyên Kurdistanê, li Bexdayê bi yekrêzî, yekhelwestê û wek nûnerên gelê Kurdistanê tevbigerin; li destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, rê li ber sîyaseta Bexdayê ya dorpêçkirina li ser Kurdistanê bigrin û ji bo guhertina sîstema hilbijartine ya ku li himberî Herêma Kurdistanê ji pîvanên wekhevîyê dûr û bêedalet e; ji bo bicîhanîna Qanûna Bingehîn ya Federal û Madeya 140î xebateke berhemdar û encamgir bimeşînin.

Herweha em hêvî dikin ku di demeke herî kurt de, bi beşdarîya PDK, YNK û partîyên din yên mimkun be, hikûmeta hevbeş ya Herêma Kurdistanê bê damezrandin û ji bo yekkirina hêza peşmerge û ewlekarîyê, aborî û dîplomasîyê ya Herêma Kurdistanê gavên pêwîst benê avêtin.

 

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:26