Ensarîoglu: Ez hêvîdar im ku Selahattîn Demîrtaş were berdan

Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu diyar kir ku ew hêvîdar e Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş were berdan.

14 Mijdar 2025 - 12:00
14 Mijdar 2025 - 12:00
 0
Ensarîoglu: Ez hêvîdar im ku Selahattîn Demîrtaş were berdan

Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu di bernameyeke televîzyonî ya ÎLKE TVyê de nêrînên xwe yên li ser pêvajoya çareseriyê anî ziman û got ku ew hêvîdar e Selahattîn Demîrtaş were berdan.

Ensarîoglu derbarê berdana Selahattîn Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye got:

"Berê di qonaxên tijî şer û mirin de, desthilata dadweriyê jî di bin bandora wê atmosferê de bû.

Niha ez bawer im derbarê Demîrtaş dê biryareke li gorî vê rewşa nû derkeve."

Parlamenterê AK Partiyê amaje pê kir ku pêvajo ber bi aliyekî erênî ve diçe û anî ziman:

"Piştî ku îradeya her du aliyan zelal bû, dê gavên dualî werin avêtin.

Du mijar hene ku hemû Kurd li ser wan li hev dikin, pênaseya welatîbûnê û perwerdeya bi zimanê dayîkê.

Pênaseya welatîbûnê ne tenê welatiyekî, nasnameyeke neteweyî pênase dike."

Ensarîoglu derbarê serdana şandeyeke Komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re da zanîn:

"Ocalan bi xwe daxwazên wî hene û dibêje, bila komîsyon were û min bibîne.

Serdana Îmraliyê mijareke hestyar e lê eger Komîsyon biçe dê bi îradeya xwe biçe."

 

Ev nûçe bi tevahî 57 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:07