Qamişlo: 4 endamên asayişê di êrîşeke Tirkiyeyê de hatin kuştin û birîndarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, droneke Tirkiyeyê otomobîlek hêzên wan li ser rêya Qamişlo û Hesekê bombebarab kir û di encamê de endamekî wan hat kuştin û 3 endamên din jî birîndar bûn.

25 Çile 2024 - 04:07
25 Çile 2024 - 04:07
 0
Qamişlo: 4 endamên asayişê di êrîşeke Tirkiyeyê de hatin kuştin û birîndarkirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, droneke Tirkiyeyê duh 24ê Çileyê otomobîleke ji cureya (VAN) li ser rêya navdewletî ya Qamişlo – Hesekê kir armanc, di encamê de endamekî wan hat kuştin û 3 endamên din jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, armanca sereke Tirkiyeyê ji armanckirina hêzên asayişê ew e ku ewlehî û aramiya gel û herêmê têk biçe û astengî li pêş karê hêzên asayişê bên derxistin.

Qamişlo.. 4 endamên asayişê di êrîşeke Tirkiyeyê de hatin kuştin û birîndarkirin. Rêveberiya Xweser jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, Tirkiyeyê ji destpêka salê û heta 15ê mehê ve, 73 caran êrîş pêk anîne û bi giranî navendên xizmetkariyê û westgehên enerjiyê hatine bombebarankirin.

Ev nûçe bi tevahî 732 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:46:40