Vekirina Deriyê Sinorê Perwêzxan hat paşxistin
Biryar bû ku, îro deriyê Perwêzxan di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bi fermî bihata vekirin, lê bi sedema merasîma çileya Îmam Hisên, vekirina wî derî ji bo hefteya dahatî hat paşxistin.

Bendewarî bû, Deriyê Sinorê Perwêzxan ku 15 cotmehê de ji bo çûn û hatinê hatibû asêkirin îro were vekirin.
Berpirsekî derî li aliyê Kirmaşan a Îranê ragihand: "Hikûmeta Îran biryar dabû dervî veke, lê bi sedema qerebalixa zêde ya serdankiran ji bo Kerbelayê û beşdariyê di çileya Îmam Hisên de, vekirina derî ji bo hefteya dahatî hat paşxistin û roja şemmiya dahatî wê derî bi fermî bê vekirin".
Ev bû bêtirî sê hefteyan Komara Islamiya Îranê deriyên sînorî li gel Herêma Kurdistanê girtiye.
Nûvekirina herî dawî: 10:30:42