Rewşa ewlekariya Şingalê rê nade koçber vegerin ser cih û warên xwe

Koçberên Şingalê ku li kampên cuda yên Herêma Kurdistanê dijîn, dixwazin vegerin malên xwe, rewşa devera wan aram bibe û hikûmeta Iraqê jî wan qerebû bike.

10 Çile 2023 - 07:35
10 Çile 2023 - 07:35
 0
Rewşa ewlekariya Şingalê rê nade koçber vegerin ser cih û warên xwe

Li gorî karnameya hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, pêwîst e Peymana Şingalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, di nava 6 mehan de bê cîbicîkirin, rewşa Şingalê asayî bibe û hemû koçber vegerin deverên xwe yên cuda.

Serokê Komîta Koçberan li Parlamentoya Iraqê Silêman Piling ji K24ê re ragihand. Li gorî ajandaya hikûmeta Sûdanî, divê hikûmet hemû kampên li Iraq û Herêma Kurdistanê bigire û hemû koçberan vegerîne herêmên wan. Di vê çarçoveyê de divê peymana Şengalê pêk were û penaber vegerin malên xwe.

Koçberê kampa Şarya ya Duhokê Selîm Şingalî ji K24ê re ragihand: “Dibistan, nexweşxane û hemû sazî û dezgehên Şengalê bê xizmetguzarî ne û elektirîk ne beşe, binesaziya Şengalê bi temamî wêran bûye û niha bajar ne amade ye ku pêşwaziya vê hejmara zêde ya koçberan bike.”

Pîrejina ji Şengalê ya li kampa Şarya ya Duhokê koçber bûye Leyla Xwedêda ji K24ê re got: “Em amade ne vegerin deverên xwe, eger rewşa ewlehî ya Şingalê asayî bibe û hikûmeta Îraqê jî me qerebû bike.”

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, ji bo avedankirina Şingalê û qerebûkirina xelkê wê, zêdetirî 8 milyar Dolar pêwîst e, ji ber ku ji sedî 80 ji jêrxaneya aborî ya bajêr ji aliyê DAIŞê ve hatiye wêrankirin.

Ev nûçe bi tevahî 658 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:08:44