Riha: 4 kes ji ber tundûtûjiya li hemberî bijîşkan hatin desteserkirin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 kes bi îdiaya ku li nexweşxaneyekê êrişî 3 bijîşkan kir hatin desteserkirin.

20 Îlon 2023 - 03:19
20 Îlon 2023 - 03:19
 0
Riha: 4 kes ji ber tundûtûjiya li hemberî bijîşkan hatin desteserkirin

Li gorî zanyariyan, li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê di navbera hejmarek kesûkarên nexweşekê û çend bijîşkan de nîqaş derket

Piştî demekê ji nîqaşê pevçûnê dest pê kir û kesûkarên nexweş êrişî 3 bijîşkan kir û li wan da.

Polîsên nexweşxaneyê ketin navberê û pevçûn bi dawî bû.

4 kesên ku êrişî bijîşkan kirî hatin destserkirin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak li ser hesabê xwe Xê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:

"Em êrişa li hemberî bijîşkên me yên li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan bi tundî şermezar dikin û silametiyê bo wan dixwazin.

Gumanbar hatine destserkirin û derbarê wan de karûbarên yasayî hatine destpêkirin. Ez bûyerê ji nêzîk ve dişopînim.”

Ev nûçe bi tevahî 630 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:56:49