Ronîkirinek ji Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve

Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ronîkirinekê de nûçeyeke nerast a malpereke Amerîkî red dike û radigihîne, ewê riyên yasayî li hember wê nûçeya derew digire ber.

17 Mijdar 2019 - 10:40
17 Mijdar 2019 - 10:40
 0
Ronîkirinek ji Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve

Di ronîkirinê de hatiye, “Di çend rojên bûrî de nûçeyeke nerast li malpereke Amerîkî hatibû belavkirin û bi awayekî ne rewa navê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi babeta kirîna vîlayekê anîbû. Mixabin hin malper û medyaya navxwe jî bi awayekî çaweşkarane girîngî dane wê nûçeya nerast. Em di Nivîsgeha Serokê Hikûmetê de, ligel wê nûçeyê red dikin, riyên yasayî li hember wê çaweşkariyê digirin ber”.

Ev nûçe bi tevahî 832 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:19:26