Rûsya: Em PKK û YPGê wek terorîst nabînin

Rayedarê Wezareta Derve ya Rûsyayê Aleksandr Botsan-Harçenko ragihand ku ew PKKya li Tirkiyê çalakiyan dike û YPGya li bakurê Sûriyê çalakiyan dike wek rêxistinên terorîst nabînin.

9 Sibat 2017 - 04:10
9 Sibat 2017 - 04:10
 0
Rûsya: Em PKK û YPGê wek terorîst nabînin

Botsan-Harçenko li ser pirsekê ji medya Rûsî re got, "Li Rûsyayê ev her du rêxistin ne di lîsteya terorê de ne. Ev rastiyek e, rewş ev e."

Rayedarê Rûsî wiha berdewam kir: "Ligel vê jî em her rûdanên çêdibin tevî rewşa tawanê û failên wan li gor encamên lêkolînan wek çalakiyên terorê dinirxînin."

Ev nûçe bi tevahî 1442 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:00:56