Rêveberiya PDKê gotûbêjên rêkirina şandeyekê bo Bexda dike

Biryare îro 08.02.2017ê demjimêr 10:30 de, encûmena rêveberiya PDKê bi serpereştiya serokê PDKê Mesûd Barzanî de bicive û pirsa çaksaziya navxweyî ya PDKê bixe ber behsê.

8 Sibat 2017 - 06:04
8 Sibat 2017 - 06:04
 0
Rêveberiya PDKê gotûbêjên rêkirina şandeyekê bo Bexda dike

Encûmena rêveberiya PDKê dicive û gotûbêjên egerê rêkirina şandeyekê bo Bexdayê dike.

Biryare îro 08.02.2017ê demjimêr 10:30 de, encûmena rêveberiya PDKê bi serpereştiya serokê PDKê Mesûd Barzanî de bicive û pirsa çaksaziya navxweyî ya PDKê bixe ber behsê.

Endamê encûmena rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, di civînê de behsa peyvendiyên di navbera PDKê û YNKê de dê bên kirin, herwaha gotûbêjên li ser çalak kirina parlamentoyê û projeya Barzanî jî bên kirin.

Li gor zanyariyên berdest, encûmena rêveberiya PDKê gotûbêjên egera rêkirina şandeyeke hevbeş a herêma Kurdistanê bo Iraqê dê bên kirin, ku gotûbêjan bike.

Ev nûçe bi tevahî 1481 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:54:25