Şah Ebdula pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz dike.

17 Avrêl 2024 - 12:17
17 Avrêl 2024 - 12:17
 0
Şah Ebdula pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike

Nameyeke pîrozkirina cejna Remezanê ji aliyê Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê Ebdulayê Duyê ve gehiştiye Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Di nameya Şahê Urdinê de hatiye, “Bi helkefta cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyan li we dikim û em ji Xudayê mezin dixwazin ku ev cejn ji bo we û binemala we ya rêzdar bibe sedema bextewerî û saxlemiyê”.

Ev nûçe bi tevahî 374 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:13:44