Mezlûm Ebdî: Êrîşên li ser Eşrefiye û Şêx Meqsûdê wekî tawanên peravên Sûriyeyê û Suweydayê ne
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku, berdewamiya êrîşên leşkerî û bikaranîna zimanê şer li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li bajarê Helebê nayên qebûlkirin û hemî derfetên peydakirina hevfêmkirina siyasî pûç dikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê amaje jî da ku belavkirina tank û topavêjan li deverên akincîbûna welatiyan û bombebarankirina sivîlên bêberevanî bizaveka xeter e ji bo sepandina çareseriyeka yekalî bi rêya hêzê.
Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, pêkanîna van êrîşan, xasma jî di demekê de ku pêvajoya danûstandinan heye, jîngehekê ji bo guhertina demografiyê ya bi zorê peyda dikin û xetera komkujiyên wekî wan tawanan çê dike yên ku pêştir li peravên Sûriyeyê û Suweydayê qewimîn û wekî tawanên şer hatin vavartin.
Navbirî herwesa ragihand ku, ev çend roj in ew bi hemî aliyên navxweyî û navneteweyî re di têkiliyê de ne da ku wan êrîşan di zûtirîn dem de rawestînin û rêyê li karesateka mezin a mirovî bigirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa hevxemiya xwe ya mezin ji malbatên qurbaniyên van pevçûnan re diyar kir û ji birîndaran re hêviya çarebûnê kir, herwesa piştgiriya xwe ya temam ji bo şêniyên taxên dorpêçkirî yên Helebê jî tekez kir.
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev sê roj in ku êrîşên leşkerî li ser her du taxên Kurdan, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, li Helebê dane destpêkirin. Ew bi awayekî bêserûber her du taxên Kurdan bombebaran dikin, wesa jî hejmareka mezin a şêniyên wan taxan aware bûne û hin ji wan jî bûne qurbanî.
Nûvekirina herî dawî: 01:49:48