Şampiyonê Olempîkê ya Kurd xelata xwe diyariyê mexdûrên erdheja Kirmaşanê kir

Werzîşvanê kurd yê Rojhilatî û şampiyonê Olempîkê Kiyanûş Rostemî, madalyaya xwe ya zêr bo alîkarîkirina mexdûr û qurbaniyên erdheja Kirmaşanê danî heracê.

14 Mijdar 2017 - 06:09
14 Mijdar 2017 - 06:09
 0
Şampiyonê Olempîkê ya Kurd xelata xwe diyariyê mexdûrên erdheja Kirmaşanê kir

Werzişvanê Rojhilatî Kiyanûş Rostemî, ku xelkê bajarokê Îslamabadê yê Kirmaşanê ye û par di yariyên Olempîkê yên hilgirtina giraniyê li bajarê Riyo yê Brêzîlya de madalyaya zêr wergirtibû, xelata xwe bo alîkarîkirina qurbaniyên erdheja Kirmaşanê danî heracê.

Kiyanûş Rostemî ew çalakiya xwe bi rêya nameyeka dilşewat ragihandiye. Rostemî di nameyê de, ku bi helbesteke Kurdî dest pê kiriye, gotiye ku dixwaze wê xelata xwe, ku“ ya gelê min e dîsa li wan vegerînim”.

Ev nûçe bi tevahî 2270 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:07:59