Şanda PDKê serdana Yekgirtûya Îslamî dike
Biryare îro danê sibehê şandeke bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bike.

Li gor agahîyan BasNewsê, şandeke bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî û başkirina peywendiyên siyasî dê serdana Mekteba Siyasî ya Yekgirtuya Îslamî li Hewlêrê bike.
Ev serdan di çarçoveya pêşniyarên kongreya 14 a partiyê de ne, ku biryar hat dayîn piştî kongreyê qonaxeke nû di peywendiyên ligel aliyên siyasî were vekirin.
Tê çaverêkirin ku şanda PDê di demeke nêzîk de ligel aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê jî bicive.
Berdevkê Fermî yê PDK Mehmûd Mihemed îro roja sêşemê ragihand ku ew dê serdana hemû aliyên bikin.
Herwaha diyar kir ku li Herêma Kurdistanê hin pirsgirêk û têgihîştinê hene û got: “Divê em têbîniyên ku li ser hev hene çareser bikin. “Dibe ku YNK li ser hinek tedbîrên me têbîniyên xwe hebin, lê divê guh bidin me û bi rêya medyayê xîtabî me nekin, lê divê em rasterast biaxivin.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:45