Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê serdana Zaxo dike

Şande ji bo nirxandina rewşa ewlekariyê ya li ser sînorê Iraq-Tirkiyê, serdana Zaxo dike

26 Tîrmeh 2022 - 05:11
26 Tîrmeh 2022 - 05:11
 0
Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê serdana Zaxo dike

Şandeyekî bilind a leşkerî ya Iraqê bi serokatiya cîgirê fermandariya operasyonên hevbeş geheşt îdareya serbixwe ya Zaxo û derbarê êrîşa gundê Perexê de lêkolîn û dûvçûnên zêdetir dikin.

Îro 26.07.2022yê şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê ragehand, şandeyekî bilind a operasyonên hevbeş bi serokatiya cîgirê fermandariya operasyonên hevbeş Ebdulemîr Şemerî û bi beşdariya serfermandarê artêşa Iraqê yê operasyonan û fermandarê pasewanên sînor Qeys Hemdawî geheştin îdareya serbixwe ya Zaxo.

Li gor heman daxuyaniyê, armanca serdanê ji bo lêkolîn û dûvçûna li ser êrîşa gundê Perexê hatiye kirin, ku ji ber wê jî 9 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan û 23 hemwelatî jî birîndar bûn, ku geştyarên ji navçeyên naverast û başûrê Iraqê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 729 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:58:59