Şandeke Îranê li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê civiya

Hat ragihandin ku Şandeke Îranê li Hewlêrê li gel Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî civiyaye.

12 Avrêl 2022 - 06:06
12 Avrêl 2022 - 06:06
 0
Şandeke Îranê li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê civiya

Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand roja 10ê Nîsanê şandeke Îranê bi serpereştiya Balyozê berê yê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer li Hewlêrê hevdîtinan pêk aniye.

Li gor daxuyaniyê şanda Îranê ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Hat ragihandin di hevdîtinan de şanda Îranê ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kir û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îran kirin.

Ev nûçe bi tevahî 762 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:31:28