Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Hendrik Van de Velde kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Belçîkayê yê Iraq û Urdinê Hendrik Van de Velde kir.

12 Avrêl 2018 - 02:48
12 Avrêl 2018 - 02:48
 0
Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Hendrik Van de Velde kir

Li gor daxuyaniya malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de Balyozê Belçîkayê bi navê xwe û hikûmeta welatê xwe, ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re xwest, piştre behsa pêvajoya siyasî ya Iraq û gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hilbijartinên dahatû yên Iraq û Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî rêxistina terorîst a DAIŞê kirin.

Nêçîrvan Barzanî jî ji ber vê serdanê û pêşkêşkirina sersaxî, spasiya şanda mêvan kir û li ser helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pêvajoya siyasî û hilbijartinên dahatû yên Iraqê, qonaxa piştî DAIŞê, mijara aware û penaberan de çawaniya serederîkirina ligel qonaxa niha kurteyek pêşkêş kir.

Heyetan di hevdîtinê de li ser hewldanên reforma Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşveçûna diyaloga ligel Bexdayê jî gotûbêj kirine.

Ev nûçe bi tevahî 962 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:07:01