Şandeya DEM Partiyê gihîşt Başûrê Kurdistanê

Şandeya DEM Partiyê ji bo ku bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive gihîşt Zaxoyê.

15 Sibat 2025 - 13:31
15 Sibat 2025 - 13:31
 0
Şandeya DEM Partiyê gihîşt Başûrê Kurdistanê

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re yên 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an û 22yê Kanûna Paşîn a 2025, serdanên xwe didomîne.

Şande îro di çarçoveya van hevdîtinan de hat Herêma Kurdistanê.

Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskin Bayindir, endamên Buroya Hiqûqî ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkîliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç hene.

Şande li avahiya Protokolê yê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl hat pêşwazîkirin û piştre şande ber bi Hewlêrê ve rê ket.

Tê çaverêkirin ku dê şande sibe bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Li gorî nûçeya MAyê, di hevdîtinê de dê hûrgiliyên hevdîtinên li Îmraliyê werin parvekirin û dê nêrîn, pêşniyar û ramanên rayedaran ên derbarê pêvajoyê de werin wergirtin.

Her wiha tê payîn ku piştî hevdîtinê dê daxuyaniyek were dayîn.

Piştre dê şande biçe Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.

 

Ev nûçe bi tevahî 694 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:22:36