Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
Şandeya DEM Partiyê dê îro ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re biçe Girtîgeha Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê ya ku wekî Şandeya Îmraliyê jî tê zanîn û ji Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê pêk tê 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Girtigeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn jî piştî hevdîtinê tevlî şandeyê bûbû.
Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Ocalan re bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê re û ji bilî ÎYÎ Partiyê bi hemû partiyên li parlamentoyê re civiyabû.
Ew şande her wiha çûbû serdana hevserokên berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê.
Şandeyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re 20ê Kanûna Paşîn a 2025an serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina duyemîn a li gel Ocalan dê îro here Girtîgeha Îmraliyê.
Lê nehatiye eşkerekirin ku di nav şandeyê de kî û kî hene.
Yek ji tiştên ku raya giştî meraq dike ew e ku bê ma Ahmet Turk dê di nav şandeyê de cih bigire yan na.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:12