Şandeyeke Yekîtiya Ewropayê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Meslehetguzarê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Jurgis Vilcinskas û şandeyeke pê re ya ku ji balyozên 16 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê pêk dihat çûn serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun.

14 Mijdar 2025 - 11:54
14 Mijdar 2025 - 11:54
 0
Şandeyeke Yekîtiya Ewropayê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê serdanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Şandeya ku ji bo çend hevdîtinan çûbû Amedê, ji balyozên Fransa, Awisturya, Portugal, Belçîka, Îrlanda, Bulgaristan, Estonya, Yunanistan, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Malta, Romanya, Slovakya, Slovenya û Swêdê pêk dihat.

Şande li ber deriyê protokolê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê Serra Bucak û Dogan Hatun ve hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî, civakî, çandî û aborî gotûbêj hatin kirin.

Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk jî di serdanê de amade bûn.

Ev nûçe bi tevahî 46 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:08