Şaxewan Ebdulah: Namzedê PDKyê yê Serokkomariyê Fuad Husên e

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah ragihand ku Fuad Husên namzedê PDKyê yê posta Serokkomariya Îraqê ye.

5 Çile 2026 - 16:42
5 Çile 2026 - 16:42
 0
Şaxewan Ebdulah: Namzedê PDKyê yê Serokkomariyê Fuad Husên e

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku tenê namzedekî wan ê ji bo posta Serokkomariya Îraqê heye ku ew jî Nizar Amêdî ye.

Piştî YNKyê, Serokê Fraksiyona PDKyê li Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah ji nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl re got,"Fuad Husên namzedê PDKyê ye ji bo posta Serokkomariyê."

Dr. Fuad Husên kî ye:

  • Sala 1949an li bajarê Xaneqînê ji dayîk bûye.
  • Sala 1967an bûye endamê Yekîtiya Xwendekaran a PDKyê.
  • Sala 1974an bûye Pêşmerge.
  • Li Holendayê bawernameya doktorayê ya zanistên siyasî sitandiye.
  • Sala 1976an bûye sekreterê Komeleya Xwendekaran a li derve.
  • Sala 1978an bûye endamê Înstîtuya Kurdî ya Parîsê.
  • Sala 2025an bûye Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê.
  • Sala 2018an bûye Wezîrê Darayî yê Îraqê.
  • Sala 2020an bûye Wezîrê Karên Derve yê Îraqê.

Ev di demekê de ye ku îro Berdevkê YNKyê Karwan Gezneyî gotibû, "Nizar Amêdî tenê namzedê fermî yê YNKyê ye ji bo posta Serokkomariya Îraqê."

Li gorî agahiyên Rûdawê, PDKyê daxwaz kiribû ku YNKyê çend namzedan ji bo posta Serokkomariyê diyar bike û ew jî wekî namzedê Kurdan li ser yekî li hev bikin lê berpirsekî YNKyê ji Rûdawê re got,"Me tenê namzedek diyar kiriye û dê her ew be ku Nizar Amêdî ye."

Ev pêşhat di demekê de ne ku îro roja dawî ya tomarkirina navên namzedên Serokkomariya Îraqê ye û zêdetirî 40 kesan xwe namzed kiriye.

Hat zanîn ku beşek ji wan namzedan berê endam an jî parlamenterên YNKyê bûn.

Hinek agahî derbarê Nizar Mihemed Seîd Nizar Amêdî wisa ne:

  • Sala 1968an li Amêdiya parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye.
  • Sala 1993yan li Zanîngeha Mûsilê bawernameya lîsansê ya endezyariyê sitandiye.
  • Berî sala 2000î di Mekteba Sekreteriyeta Celal Talebanî de xebitiye.
  • Di navbera salên 2022-2024an de Wezîrê Jîngehê yê Îraqê bû.
  • Di serdema serokkomariya Celal Talebanî û Fuad Masûm de berpirsê nivîsgeha serokkomar bû.
  • Niha berpirsê nivîsgeha Mekteba Siyasî ya YNKyê ya li Bexdayê ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:57:36