Serok Barzanî pêşwaziya Neqîba Parêzerên Îraqê dike

Serok Barzanî pêşwaziya Neqîba Parêzerên Îraqê Ehlam Ellamî û şanda pê re dike.

4 Sibat 2024 - 14:16
4 Sibat 2024 - 14:16
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Neqîba Parêzerên Îraqê dike

Serok Barzanî îro (Yekşem, 4.2.2024) pêşwaziya Neqîba Parêzerên Îraqê Ehlam Ellamî û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewş û qebxwaziyên di rêya Îraqê de li hev Guertin. Herwesa pêdivîtiya birêveçûna karûbarên dewletê li ser bingeha serweriya qanûnê û serxwebûna dezgehên qezayî jî hat tekezkirin.

Di pareka dî ya wê hevdîtinê de, her du aliyan hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê pêxemetî peydakirina têgehiştineka hevpar û seqamgiriyê xist ber behs û xeberan.

Ev nûçe bi tevahî 744 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:00:19