Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê dike

Serok Barzanî bi Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê re civiya û tekez li ser berdewamiya peywendî û dostîniya navbera herdu aliyan hat kirin.

23 Mijdar 2023 - 04:24
23 Mijdar 2023 - 04:24
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê dike

Duh roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê Mehdî Aker kir.

Di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya deverê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hat behskirin û tekez li ser berdewamiya peywendî û dostîniya navbera herdu aliyan hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 728 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:01:48