Serok Barzanî: Çeka Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e

Serok Barzanî li ser nîqaşên dawî yên li ser çekên Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku çeka Pêşmergeyan ne tenê amrazekî şer e.

4 Hezîran 2026 - 10:16
4 Hezîran 2026 - 10:16
 0
Serok Barzanî: Çeka Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û anî ziman ku ji ber rewşa siyasî ya taybet, hinek alî qala çeka Pêşmergeyan dikin û li ser vê mijarê şiroveyên xelet û nêrînên nerast pêşkêş dikin.

"Pêşmerge berhema xwîn û keda gel e"

Serok Barzanî diyar kir ku divê hemû alî vê rastiyê ji bîr nekin ku Pêşmerge ji xwîn, ked û hêsirên gelê Kurdistanê çêbûye.

Barzanî li ser pênaseya çeka Pêşmergeyan destnîşan kir ku ew ne tenê parçeyekî hesinî, cebilxane yan jî amrazê şer e û da zanîn:

"Çeka Pêşmergeyan dîrok, fedakarî, rûmet û bîr û baweriya wan e.

Çeka Pêşmergeyan ew soz û pêbendbûna wan a ku her tim ji bo gel, ax û niştiman heye."

 

Ev nûçe bi tevahî 46 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:53:53