Serok Barzanî ligel şandeke Hevpeymaniya Îdareya Dewletê civiya

Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Cotmeha 2022an pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Îdareya Ddewlet kir.

10 Cotmeh 2022 - 11:08
10 Cotmeh 2022 - 11:08
 0
Serok Barzanî ligel şandeke Hevpeymaniya Îdareya Dewletê civiya

Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şandeke Hevpeymaniya Îdareya Dewletê civiya û di civînê de hilbijartina serokkomarekî nû û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 10ê Cotmeha 2022yan li ofîsa xwe ya li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şandeke Hevpeymaniya Îdareya Dewletê kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, proseya danûstandinên girêdayî civîna bê ya parlamentoyê, destnîşankirina serokomar û pêkanîna hikûmeta federal hat gotûbêjkirin.

Do daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beşdarên civînê li hev kirin ku li ser van mijaran lêkolîn bikin û beriya civîna parlamentoyê li ser vê mijarê bigihin çareseriyekê.

Ev nûçe bi tevahî 507 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:15:56