Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 30ê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê kir

30 Cotmeh 2024 - 14:32
30 Cotmeh 2024 - 14:32
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 30ê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarat li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya erk û hewlên Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê de hate kirin.

Ev nûçe bi tevahî 441 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:49:58