Serok Barzanî pêşwazî li şandeke nivîskar, akademisyen û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê kir
Serok Mesûd Barzanî roja 19ê Hezîranê pêşwazî li şandeke nivîskar, akademisyen û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi armanca beşdariya di merasîma nasandina zincîreyek ji pirtûkên dokomêntarî yê şoreşên Barzan, serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda nêvan kir û destxweşî li berpirsê Enstîtuya Ferhenga Kurdistanê li Tehranê Baram Weledebegî û tevahiya kesên di projeya dokomêntariya şoreşên Barzan de rola wan hebûne û pirtûk amade kirine. Her wiha destxweşî li Zanîngeha Selahedîn û ew kes û aliyên ku merasîma nasandina projeyê birêve birine kir û hêviya serkeftina zêdetir ji bo wê projeyê xwast.
Serok Barzanî rola rewşenbîr, akademisyen û nivîskaran di nasandin doza rewa ya gelê me û girêdana pireya pêwendiyê di navbera gelên herêmê de bilind nirxand û pêşxistina xebatên ferhengê weke beşek ji têkoşîna neteweya me pênase kir û dawaza kir ku êdî rê neyê dayîn ku dîroka gelê Kurdistanê bê reşkirin û bi em xwe bi piştbestin bi belge û zanyariyên dirust û bawerpêkirî kar li ser nasandina dîrokê bikin.
Şanda mêvan ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe bi wê hevdîtinê, spasî û pêzanîna xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û amaje bi pêgeha cenabê wî di nava Kurdên beşên din ên Kurdistanê de kirin ku ji bilî pêgeha wî ya siyasî, wek omêd û hêviya rizgarî, pêgeheke wî ya mamewî ya bilind di nava Kurdan de heye û li nava pêkhateyên netewî yên din ên Îranê de jî cihê rêz û qedrê ye.
Di dawiya hevdîtinê de, şanda mêvan hejmareke mezin ji pirtûk û berhemên xwe yên çapkirî pêşkêş Serok Barzanî kirin.
Nûvekirina herî dawî: 13:44:52