Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa kir.

18 Cotmeh 2019 - 05:16
18 Cotmeh 2019 - 05:16
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa kir

Qasekî beriya niha Serok Barzanî li baregeha xwe pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa, Jean Yves Le Drian kir.

Civîna Barzanî û Le Drian heta niha jî didome. Wisa xuya dike ku rojeva serekî ya civînê êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rewşa kurdan li Sûriyê be.

Le Drian beriya ku bi Barzanî re hevdîtin bike, ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Fransa duhî ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bibû û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 677 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:20:08