Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir

Şeva borî, bi boneya koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowayê Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir.

20 Tîrmeh 2024 - 14:04
20 Tîrmeh 2024 - 14:04
 0
Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir

Di peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî got: ‘’Bi mixabinî min nûçeya koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowayê Dureyd Keşmûle bîhîst. Ez serxweşiyê li malbat û merivên xwedê jê razî Dureyd Keşmûle û hemû dost û kesên wî dikim û xwe wek şirîkê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.’’

Ev nûçe bi tevahî 450 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:08:35