Semsûr: Serokê rêxistina DEM Partiyê hat desteserkirin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê Hevserokê rêxistina DEM Partiyê parêzer Yusuf O. bi hinceta “propagandaya PKKyê û daxuyaniyên dijî dewleta Tirkiyeyê” hat desteserkirin.

20 Tîrmeh 2024 - 14:05
20 Tîrmeh 2024 - 14:05
 0
Semsûr: Serokê rêxistina DEM Partiyê hat desteserkirin

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de îro polîsan bi ser navnîşana Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê Yusuf O. de girt û ew desteser kir.

Hatiye ragihandin ku parêzer Yusuf O. di daxuyaniya 19ê Tîrmehê de “propagandaya PKKyê kiriye û hemebrî dewleta Tirkiyeyê axivî ye” û lêpirsîn di çarçoveya vê yekê de hatiye destpêkirin.

Herwiha piştî karûbarên yasayî hêzên ewlehiyê Yusuf O. bir dadgehê.

Doh Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê Yusuf O. daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi navê “Ji dagîrkirin û xiyanetê re na” dabû.

 

Ev nûçe bi tevahî 934 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:46:52