Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê nû yê Dêra Kildanî li Cîhanê kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartina Mar Paulos III Nona wekî Patriyarkê nû yê Dêra Kildanî li cîhanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo mafên Krîstiyanan dubare kir.

13 Avrêl 2026 - 10:49
13 Avrêl 2026 - 10:49
 0
Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê nû yê Dêra Kildanî li Cîhanê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Nîsanê, bi boneya hilbijartina Mar Paulos III Nona wekî Patriyarkê nû yê Dêra Kildanî ya li cîhanê, di peyamekê de pîrozbahiyên germ pêşkêşî Patrîarkê nû û hemû peyrewên Dêra Kildanî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û daxwaza serkeftinê ji bo wî xwest.

Serok Barzani hêvî xwest, ev hilbijartin bibe sedema kûrkirina ruhê pêkvejiyan û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên Iraq û Kurdistanê de. 

Serok Barzanî de tekez kir: "Em bi vê boneyê piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên xwişk û birayên Krîstiyan û hemû pêkhateyên din ên ayînî yên li Iraq û Kurdistanê dubare dikin û bi dilniya Kurdistan wekî her dem dê wekî parêzvana çanda pêkvejiyan, birayetî û tebayiya navbera hemû pêkhateyan bimîne."

 

Ev nûçe bi tevahî 22 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:12:19