PWK: Agahdarî di derbarê merasîma cenazeyê hevalê me kek Eyüp Alacabey de

26 Gulan 2026 - 13:58
26 Gulan 2026 - 13:58
 0
PWK: Agahdarî di derbarê merasîma cenazeyê hevalê me kek Eyüp Alacabey de

Hevalê me kek Eyup Alacabey şeva 24.05.2026ê li paytextê Swêdê, Stockholmê ji ber nexweşîya pençeşêrê koça dawî kir û ji nav me bar kir.

Cenazeyê kek Eyup Alacabey dê roja pêncşemê (28.05.2926) di saet 08.00ê de bigihêje Balafirxaneya Mêrdînê.

Paşê, cenazeyê kek Eyup Alacabey dê bi merasîmekê li Dêrikê li Mezelê Kaliko bê veşartin.

Şîna kekê Eyub Alacabey dê di rojên 28, 29, 30ê Gulanê de, li Dêrikê li Mala Şînê ya Tacaran bê danîn.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

 

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:58:39