Serok Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê planên hikûmetê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan gotûbêj dikin
Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê rewşa siyasî ya Iraqê û planên hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên navçeyên cuda yên Iraqê gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Gulana 2023an pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Plandananê ya Iraqê Mihemed Elî Temîm kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û planên hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên navçeyên cuda yên Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Nûvekirina herî dawî: 15:34:39