Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê guftûgo kirin
Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Îlonê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Robin kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin. Herwiha ronahî hate xistin ser hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê di meha cotmehê de, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û encamên erênî yên serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî bo Bexdayê.
Her di hevdîtinê de, behsa peywendiyên dîrokî û dostaniya kevnar a gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê û qonaxên girîng ên vê peywendî û dostaniyê hate kirin. Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê tekez kir, dostanî û peywendiyên di navbera her du welatan de, di bin her şert û mercî de dê berdewam bin.
Nûvekirina herî dawî: 03:47:38