Serok Barzanî û Tom Barrack rewşa Helebê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî û Şandeyê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack, Roja 9ê Çileyê bi rêya telefonê peywendiyek encam dan.

10 Çile 2026 - 11:19
10 Çile 2026 - 11:19
 0
Serok Barzanî û Tom Barrack rewşa Helebê gotûbêj kirin

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di vê peywendiya telefonî de her du aliyan li ser rewşa siyasî ya herêmê bi giştî û rewşa Sûriyeyê bi taybetî rawestiyan. Mijara sereke ya guftûgoyan, geşedanên dawî û alozîyên li bajarê Helebê bûn.

Di beşeke din a peywendiyê de, Serok Barzanî û Tom Barrack nêrînên xwe li ser aloziyên dawî yên li Sûriyeyê parve kirin. Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hemû hewl bên dan da ku alozî kêm bibin û rewş vegere ser xeta asayî.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo dabînkirina aramî, ewlehî û aştiyê li navçeyê, divê gavên cidî û kiryarî bên avêtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 70 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:48:38