Serokê HUDA PARê û Serokê Hemasê civiyan

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Haniye hevdîtinek kir.

5 Sibat 2024 - 03:55
5 Sibat 2024 - 03:55
 0
Serokê HUDA PARê û Serokê Hemasê civiyan

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya HUDA PARê, di vê hevdîtinê de şerê li Xezeyê û rewşa mirovî ya li Xezeyê hatin gotûbêjkirin.

Îsmaîl Haniye destnîşan kir, “Xeze dê li ber xwe bide” û da zanîn ku alîkariyên mirovî, tedawiya birîndaran û xwepêşandan û boykotên ji bo Xezeyê gelekî girîng in.

Zekeriya Yapicioglu jî ragihand ku ew piştigiriyê didin Hemasê û ew dê çi ji destê wan were ji bo Xezeyê bikin.

Li aliyê din, li ser dem û cihê hevdîtinê ti agahî nehatin dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 923 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:26:08