Serok Nêçîrvan Barzanî daxwaza rawestandina şer ji Encûmena Asayiş kir
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew ji bo rawestandina şer û naveynkariyê amade û di nava hewldanan de ne. Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî jî dike, ji bo rawestnadina şer û aştiyê rola xwe bilzîin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî dibêje, ew her ji destpêkê ve ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û bi dilgiranî û nîgeraniyeke mezin ve operasyona leşkerî yên Rojhilatê Firatê li Sûriyê dişopînin, bi taybet ku komên tundrew ên opozisyona Sûriyê tê de beşdar in.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, şer li navçeyê bê îstiqrariyê çê dike û gef û metirisya dubare derketina terorê mezintir dike û di berjewnediya ti aliyekê de nîne
Nûvekirina herî dawî: 04:16:14