Serokwezîr Barzanî roja Înê diçe Îtalyayê
Nûnertiya Ewropa ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Îtalyayê bike û çend hevdîtinan pêk bîne.

Hat diyarkirin ku dê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Înê 12ê Çile serdana Romayê bike û ligel rayedarên pilebilindên Îtalyayê re bicive.
Tê pêşbînîkirin ku Barzanî di serdana Îtalyayê de li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û destpêkirina danûstandinên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hevdîtinan bike.
Nûvekirina herî dawî: 20:24:49