Serokwezîr: Hewl didin projeyên stratejîk li hemû Herêma Kurdistanê encam didin

Di çarçova danîna kevirê bingehîn ê kolana Barzan li bajarê Duhokê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.

17 Cotmeh 2019 - 11:08
17 Cotmeh 2019 - 11:08
 0
Serokwezîr: Hewl didin projeyên stratejîk li hemû Herêma Kurdistanê encam didin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hêvîdar in ev proje bibe destpêkek bo encamdana çendîn projeyên din li Herêma Kurdistanê û di karnameya hikûmetê de, girîngiyê bi hemû waran de didin.

Ragihand jî, yek ji karên hikûmetê, girîngîpêdana bi dirustkirina rê û pireyên nû û hemû warên din ên xizmetguzariyê.

Mesrûr Barzanî amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, hêvîdar in şer û tundûtûjî li Rojavayê Kurdistanê bidawî bibin û deriyên aştî û guftûgoyê bêne vekirin û hemû pêkhateyên metewî û olî çi li Rojava û çi li hemû navçeyê bi hev re di aramiyê de bijîn.

Herwiha got, divê mafê Kurd çi li Iraqê û çi li Sûriyê di destûrê bên çespandin û bicihkirin û hemû pirsgirêk û kêşe bi riyên aştiyane bêne çareserkirin û xelkê Rojava çareke din rastî êş, araz û koçberiyê nebin.

Ev nûçe bi tevahî 1007 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:21:21