Nêçîrvan Barzanî: Em banga rawestandina şer dikin
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku pêşhatên dawî metirsiyeke cidî derbarê serîhildana DAIŞê de pêk tînin û herwiha got, “Em weke Herêma Kurdistanê careke din banga rawestandina şer dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîgeraniyên xwe derbarê rewşa mirovî û egera koçberbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê derbirîn û ragihand ku pêşhatên dawîn metirsiyeke cidî li ser serîhildana DAIŞê pêk tîne, ew jî metirsiyeke rasteqînî ya cidî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir û piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê y hevbeş hat saz kirin.
Nûvekirina herî dawî: 10:06:09