Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 29ê Îlonê, pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê Metran Mitja Leskovar kir.

29 Îlon 2022 - 11:57
29 Îlon 2022 - 11:57
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê kir

Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Vatîkanê silav û rêz û spasî û pêzanînên Papayê Vatîkanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber hawarçûn û mazûvaniya aware û penaberan bi giştî û Krîstiyanan bi taybetî, ku di rewşeke aram û aştiyê de li Herêma Kurdistanê dijîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirina kultûra lêborîn û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda, dubare kir.

Ev nûçe bi tevahî 674 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:26:53