Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

5 Îlon 2024 - 12:34
5 Îlon 2024 - 12:34
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

Di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina hevkariyên di navbera saziyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hat kirin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya hevahengiya di navbera her du hikûmetan de, bi taybetî di warê bazirganî û geşepêdana aborî de, bi berçavgirtin û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Herwiha amaje bi pêwîstiya pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo sektora taybet hate kirin, ji bo roleke aktîv di avedankirin û pêşxistina binesaziya aborî de bilîze.

Amadekariyên pêkanîna civîna Encûmena Aborî ya Wezarî ya Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû, ku biryar e van rojan li Hewlêrê bi mebesta çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên hilawîstî yên her du aliyan were lidarxistin.

 

Ev nûçe bi tevahî 500 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:56:25