Li Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin: 3 kesan canê xwe ji dest da

Li nahiyeya li bajarokê Çiwartayê yê navçeya Şarbajêrê ya Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin û li gorî agahiyên destpêkê 3 kesan canê xwe ji dest da.

5 Îlon 2024 - 13:05
5 Îlon 2024 - 13:05
 0
Li Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin: 3 kesan canê xwe ji dest da

Li gorî zanyariyên ajansa Rûdawê ên xwecihî, dronekê bajarokê Çiwartayê yê navçeya Şarbajêrê ya Silêmaniyê îro saet derdora 13:30î bombebaran kir.

Tê gotin ku ew drona êrişî kiriye ya Tirkiyeyê ye.

Li gorî agahiyên detpêkê di êrişê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Şahidekî bûyerê ji Rûdawê re ragihand ku êriş li nêzîkî gundê Hermêleyê nahiyeya Zelaniyê ya Silêmaniyê bûye.

Wî şahidî herwiha wî cenazeyê kesekî dîtiye, bi gotina wî “cil û bergên PKKyê” li ber bûn.

Piştî êrişî hêzên ewlehiyê jî çûn cihê bûyerê û cenaze ji wê derê veguhastin.

Têkildarî êrişê heta niha  ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 407 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:20:19