Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêz li dostê gelê Kurdistanê Senator Jim Inhofe digire
Wek rêzgirtin li dostanî û piştgiriya Serokê berê yê Komîteya Hêzên Çekdar li Encûmena Pîran a Amerîka Senator Jim Inhofe ji gelê Kurd re, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku wek nîşandana rêz û pêzanînê ji bo berdewamiya piştevaniya wî ji gelê Kurd re, wêneyê Senator Jim Inhofe li salona VIP ya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê deyne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vîdyokonfiransekê de ev nûçe gihand Senator Jim Inhofe û li ser navê gelê Kurd bi taybetî Serok Mesûd Barzanî spasiya wî kir ji bo berdewamiya piştevaniya wî ji hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê re ku çendîn car in ji bo piştgiriya xwe serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha spasiya Serokê niha yê Komîteya Hêzên Çekdar Senator Jack Reed kir, ji bo piştevaniya wî ya berdewam ji gelê Kurd re.
Nûvekirina herî dawî: 13:06:31