Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Mamoste Cemal Muritke kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li Mamoste Cemal Muritke kir ji ber koça dawî ya bavê wî.

14 Gulan 2023 - 11:00
14 Gulan 2023 - 11:00
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Mamoste Cemal Muritke kir

Îro Yekşemê 14ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Mamoste Cemal Muritke kir, ji ber koça dawî ya bavê wî û ragihand: “Birêz Mamoste Cemal Muritke, ji ber koça dawî ya rehmetî Hacî Osman Muritkeyî, bavê cenabê we, sersaxiyê li we dikim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide we û malbata cenabê we.”

Vê sibê Hacî Osman Muritkeyî ku bavê Seperiştyarê Hêzên Parastina Hewlêrê Cemal Muritke ye, koça dawî kir.

Ev nûçe bi tevahî 603 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:58