Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandeke Îranî pêwendiyên siyasî û aborî gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Tîrmehê pêşwazî li şandeyeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgarê Azerbaycana Rojava (Urmiyê) Reza Rehmanî kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî jî amade bû, behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgeha Urmiyê de hate kirin. Herdu aliyan tekezî li ser xurtkirina danûstandinên bazirganî û pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo hatûçûna geştyaran kirin.
Şandeya Îranî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber hevkariya wê û amadekariyên ku ji bo pêşwazîkirina ziyaretkarên Îranî yên berê xwe didin cihên pîroz ên li Iraqê, hatine kirin.
Nûvekirina herî dawî: 21:08:21