Rêber Ehmed: Divê sînorek ji êrîşkaran re bê danîn û ji têkdana aramiyê Kurdistanê bên dûrxistin
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed derbarê serdana şandeya ewlehiyê ya Iraqê de ragihand, heta niha ji bo rawestandina êrîşên li ser Herêmê ti pêngavên pêwîst nehatine avêtin û hêvî kir ku ev komîteya hevbeş bibe ya dawî ku sînorekê ji bo komên êrîşkar deyne.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed îro 28ê Tîrmehê piştî civîna li gel şandeya Iraqê, di konferanseke rojnamevanî de got: "Şandeya ku îro hatiye Herêma Kurdistanê, ji piraniya dezgehên ewlehî û serbazî yên Iraqê pêk tê, da ku bi hevkariya komîteyeke Herêma Kurdistanê, lêkolînê li ser wan êrîşên bi dronan bike ku di demên borî de li ser kêlgehên petrolê hatin kirin."
Wezîrê Navxwe diyar kir ku ev ne cara yekem e ku êrîş dubare dibin û got: "Berê jî gelek komîteyên hevbeş hatin avakirin, lêkolînên temam kirin û gihîştin encaman, lê heta niha ti rêkarên pêwîst nehatine girtin û sînorek ji bo wan koman nehatiye danîn."
Rêber Ehmed hêviya xwe anî ziman ku ev komîte bibe ya dawî û got: "Hêviya me ew e ku hatina vê komîteya hevbeş, vê carê bibe komîteya dawî. Armanc ew e ku rastî ji bo herdu aliyan eşkere bibin, yên li pişt van êrîşan bên destnîşankirin û radestî hikûmeta federal bên kirin, da ku rêkarên ewlehî û yasayî li hember wan bên girtin û Herêma Kurdistanê bi çavê dijmin neyê dîtin."
Herwiha Wezîrê Navxwe tekez kir: "Divê sînorek ji bo van koman were danîn û dev ji gefxwarin û têkdana aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê berdin."
Da zanîn jî, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hevkariyekê pêşkêşî komîteyê bike û got: "Her tiştê pêwîst, çi belge be, çi zanyarî be, dê ji bo hêsankirina karê komîteyê were dayîn, da ku sînorek ji bo van gefan were danîn û dawî li van metirsiyan were anîn, ji ber ku ev kom ji kontrolê derketine û divê êdî ev kiryar dubare nebin."
Nûvekirina herî dawî: 21:03:31